LI Yemenê ji ber lehiyan, zêdeyî 130 kesî jiyana xwe ji dest da

Baranên mûsimî ku aniha li gelek deverên cîhanê dibarin, dibin sedema lehiyên mezin û ziyanê digihînin mirovahiyê. Li bakurê Yemenê ji ber lehiyan, zêdeyî 130 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Sûdanê jî heya niha 30 kes mirine û li Koreya Başûr jî dawî li jiyana 30 kesî hat. 

Ev demek e ji ber baranên mûsimî yên xurt lehiyên ecêb li gelek deverên cîhanê çêdibin..

Herî dawî li bakurê Yemenê, li herêmên di bin destê Hûsiyan de baranên xurt hiştin zêdeyî 130 kes bimirin û 124 birîndar bibin.

Her wiha zêdeyî 260 mal jî li ber lehiyê çûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehî, zêdeyî 160 hezar kes ji parêzgeha Hica û Hudeydayê bê war man.

Meha borî, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor diyar kiribû ku ji ber lehiyên li Yemenê, 33 hezar koçber bê kon man.

Lehiya li Sûdanê heya niha 30 kesî jiyana xwe ji dest daye

Li Sûdanê jî heman rewş e û lehiyan dawî li jiyana 30 kesî anî û bi hezaran mal li ber çûn..

Wezareta Parastinê ya Sûdanê duh ragihand ku 20 kesên din ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest da û 13 kes birîndar bûn.

Bi vê jî hejamra giştî ya qurbanan dibe 30 û ya malên wêrankirî dibe 3 hezar û 45.

Çarşema borî, Buroya NY ya Karûbarên Mirovî li Sûdanê ragihandibû ku 50 hezar kes ji ber baranên xurt bandor bûne.

Her wekî bendava “Bot” ya li wîlayeta Nîl el-Ezreq jî hatibû xwarê û bi sedan mal wêran bûbûn.

Weke van çaxên salê û bi taybet di mehên Hezîran, Tîrmeh û Cotmehê de baranên xurt li Sûdanê dibarin.

2019an, 400 hezar kes ji ber baran û lehiyan ziyan dîtîbûn.

Li Koreya Başûr jî barîna zêde, 30 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Koreya Başûr jî barîna zêde ya baranê bû sedema mirina 30 kesî.

Li gorî Wezareta Hindir, nîvê van kesan di sê rojên dawî de jiyana xwe ji dest daye; 12 kes winda ne û nêzî 600 hezar kes jî ji ber lêhiyê hatin veguhestin cihekî din.

Back to top button