Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdê xwe Ciwan Oso eşker kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta serketinê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî aşkere kir.
YPG’ê da zanîn ku şervanê wan Ciwan Oso li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de tevî 2 welatiyên din şehîd bûye.
YPG’ê got:
Di encamê de 2 weltparêzên me û şervanê me Ciwan Oso şehîd bûn.
Hevalê me Ciwan ji ber betlaneyê diçû malê.
YPG’ê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan, dagirkirina herêmê ye û weha domand:
“Dagirkeriya Tirk bi êrişên hewayî yên dawîn careke din rûyê xwe yê rast nîşan da.
YPG’ê balkişand ser kesayeta Hevrê Ciwan jî û ev tişt anî ziman:
Hevrêyê me Ciwan li bajarê Serêkaniyê hate dinê û ji destpêka şoreşê ve rastî gelek êrişên dagirkeriyê û qada berxwedanê hatiye.
Sala 2019’an piştî bajarê wî tê dagirkirin tevî malbata xwe koçî bajarên din dibe û hesreta wî dibe vegera li bajarê xwe Serêkaniyê.
Bi vê armancê beşdarî şerê berxwedanê dibe û li dijî dagirkeran şer dike.
Ciwan wek navê xwe ciwan bû, di heman demê de kesayetek mûtewazî û sade bû û di beşdarbûna xwe ya jiyanê de, helwestek fedakar nîşan da.
YPG’ê dawiyê sersaxî ji malbata şehîd Ciwan Oso û tevahî gelê welatparêz re xwest û got:
“Em di şexsê şehîd Ciwan de soza ku me daye tevahî şehîdên xwe yên leheng, nû dikin.
Li gorî Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye:



