QSD: 2 çete li başûrê Hesekê hatin girtin

YAT’ê bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma başûrê Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD derbarê girtina 2 çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Hesekê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Di çarçoveya operasyonên me yên li dijî şaneyên rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê, Yekîneyên Antî Terorê YAT’ê ya girêdayî QSD’ê, bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma başûrê Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navnetweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê ya terorîst pêk anî.

Operasyon 14’ê Hezîranê li gundê Sebxe yê Şedadê ya başûrê Hesekê, piştî çavdêriya asîmanî ya tevgerên şaneya terorîst pêk hat.

Yekîneyên me cihê veşartina şaneyê diyar kir û ew çete girtin.

Ew her du çete, çeteyên din direvandin, çek û cebilxane ji bo pêkanîna êrişên terorê peyda dikirin.

Di operasyonê de yekîneyên me çek û cebilxaneyên leşkerî yên li gel terorîstan desteser kirin.

QSD tekes kir ku ewê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê nasekinînin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Back to top button