Wezîrê derve yê Qeterê serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê kirin

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman serdana Iraqê kir û bi serokomar Berhem Salih re rûnişt û li Hewlêrê jî bi hikûmetê re hevdîtin pêk anîn û rewşa Iraqê û herêmê nîqaş kirin.

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman li Koşka Selam ji aliyê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariyê di hevdîtinê de rewşa herêmê, cîhanê û çareserkirina pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.

Berhem Salih di hevdîtinê de diyar kir ku Iraq hewl dide li herêmê bibe faktoreke aramiyê û navendeke aştiyê.

Wezîrê Derve yê Qeterê jî got hewildan ji aliyê Qeterê ve tê kirin ku rewşa li herêmê aram bibe û Iraq ji şerî dûr be.

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman serdana Hewlêrê jî kir û hevdîtin bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûrî Barzanî re pêk anîn û rewşa dawî ya herêmê nîqaş kirin.

Leave a Reply

Back to top button