Nûnera Rêveberiya Xweser: Ti agahî li ser hevalên me tune ne

Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên anî ziman ku heya niha tu agahî ji endamên xwe yên girtî wernegirtine. Nûrşan kiryarên PDK’ê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku ev kiryarên wê tenê xizmeta dijmin dikin.

10 vê mehê PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan a PYD’ê ên li Hewlêrê girtin..

Nûnera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên der barê rewşa dawî ya girtiyan ji ANHA re axivî.

Nûrşan Hisên anî ziman ku PDK’ê gotiye ku hevalên me di destê wan de ne û wê çend pirsan ji wan bikin û got,

Lê heta niha sedema girtina wan eşkere nekirine û nehiştine ku em hevalên xwe bibînin, em nizanin niha hevalên me li kûderê ne.

Nûrşan ev kiryarên PDK’ê weke nenaskirina Rêveberiya Xweser pênase kir û da zanîn ku kiryarên PDK’ê tenê xizmeta dijmin dikin..

Nûrşan Hisên got, “Ev kiryar xizmeta yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake.”

Her wiha xizmeta helwesta neteweyî di hindûrê Kurdistanê de jî nake, ev wekî temamkirina daxwazên dewleta Tirk tê çê kirin, hevkariyek heye.

Ev kiryarên PDK dikeve xizmeta komploya ku dixwazin bi temamî li ser xaka Kurdistanê bikin e.

Nûnera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li Başûrê Kurdistanê kiryarên PDK’ê bi tundî şermezar kir û ev bang kir,

Em bang li siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, kesayetên bi bandor yên Kurdistanî û dostên Kurdan kir ku helwesta xwe li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD girtina endamên xwe şermezar kirin û banga berdana wan kiribûn.

Back to top button