Xelk, sazî û rêxistinên Şengalê û Meclîsa Îştar bi daxuyaniyê cuda şehîdkirina Qasim Engîn şermezar kirin.
Xelk, sazî û rêxistinên Şengalê jî bi daxuyaniyekê şehîdkirina Qasim Engîn şermezar kirin û diyar kirin ku wê şopdarên şehîdan bin.
Xelkê Şengalê teqez kirin ku wê dagirker ti car nikarin bi van êrîşan wan biçewisînin.
Meclisa Îştar: Qasim Engîn ji bo civakê pêşeng bû
Meclîsa Îştar jî li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî jî bi daxuyaniyekê Qasim Engîn bîr anî û got,
Şehîd Engîn pêşengê civakê bû, ji bo jiyana azad û rûmet tevlî şoreşê bibû.