Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li bejahiya Şaxê ya Wanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyek sabotajê pêk anîn û 13 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parvekir.
4’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Mehsertê ya Mêrdînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.
Di dema operasyonê de 2 gerîla şehîd bûn.
8’ê Hezîranê li dijî wesayiteke bi tîpa transît a veguhestina dagirkeran li herêma Şaxê ya Wanê çalakiya sabotajê kirin.
Di encamê de weasyit hat teqanin, 13 leşker-kontra hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker, leşker û kontrayên ku bûn hedefa çalakiyê, bi rêya medya xwe weke ‘karker’ nîşan da û bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand.