YNK: PDK’ê dixwest karek ne yasayî bide erêkirin

Parlamenterên YNK’ê ‘ê daxuyaniyek çapemeniyê dan û diyar kirin ku PDK’e li pey gendeliyane.

Serokê Koma YNK’ê Ziyad Cebar têlîldarî mijarê axivî û got:

“Îro dixwastin kareke neyasayî bidin erêkirin. Me koma YNK’ê pêşiya vê girt. ”

Piştî tevlîheviya li parlamentoyê Parlamenterên YNK’ê ‘ê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Parlamenter Şirîn Yunis diyar kir PDK’ê dixwest îro bê ku seroka parlamentoyê amade be, komîsyona hilbijartinê çalak bike, lê wan ev yek redkir.

“PDK’ê bi tevlîheviyan dixwaze temenê gendeliyên xwe dirêj bike”

Parlamenterek din yê YNK’ê Karwan Gezneyî jî li ser heman mijarê daxuyanî da û got:

“PDK di nav parlamentoyê de dixwaze karê hikumeta ku gendeliyê dike dirêj bike, ji bo vê jî parlamentoyê di berjewendiya xwe de bikartîne.”

Parlamenterên PDK’ê û YNK’ê bihev ketin

Back to top button