Reqa-Hêzên Asayîşê bazirganekî madeyên hişbirê girt

Di operasyoneke Hêzên Asayîşê li bajarê Reqayê de, bazirganekî hişbirê hat girtin û jimareke mezin a madeyên hişbirê jî hatin desteserkirin.

Girêdayî oparasyonê Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û got:

“Piştî piştrastkirina nasnameya bazirganekî hişbirê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbir bi piştevaniya hêzên operasyonê, avêtin ser cihê wî.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di vê operasyonê de 826 pencên heşîşê û 205 hezar hebên Kîptagonê, hatine desteserkirin.

Hêzên asayîşê diyar kir ev madeyên hişbir di xezanên mizin ên di bin erdê de hatibûn bicihkirin.

Dawiyê jî Hêzên Asayîşê bang li welatiyan kir ku bi wan re alîkar bin û wan li ser çi kesê madeyên hişbir bi kar tînin an jî bazirganiya wê dikin, agahdar bikin.

Back to top button