Şêxmûs Ehmed: Tirkiyê dixwaze demografiya Efrînê biguhere

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê, guhertina demgorafiya herêmê ye û banga derxistina dewleta Tirk ji Efrînê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku Efrînê dagirkiriye demografiya wê ya piranî Kurd in diguhere.

Herî dawî jî dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li wir kiriye.

Derbarê vê de, serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Şêxmûs Ehmed nirxandin kir.

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê dixwaze demografiya herêmû biguhere.

Şêxmûs Ehmed balkişand ser hevkarên vî sûcî û ev tişt anî ziman:

”Hin komele û saziyên olî yên kiwêtî, rejîma Qeterê û hin rêxistinên girêdayî Îxwan El-Muslimîn li Filistînê destekê didin Tirkiyê.

Ev komele û rêxistin, hevkarê sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên resen ên herêmê ne.

Ev rêxistin û komele tundraw in, xizmeta siyasetên Tirkiyê û komên terorîst dikin.”

Şêxmûs Ehmed îdiayên dewleta Tirk ên sedema avakirina van avahiyan derewand û ev tişt anî ziman:

”Heger armanca wan komele û rêxistinan pêşkêşkirina alîkariyên mirovî be, çima destekê nadin koçberên Idlibê yên li kampan?

Rewşa wan ya di kampan de jî zehmet e. Lê li şûna ku vî tiştî bikin destekê didin çeteyên ku niştecihên resen ên Efrînê koçber kirin.”

Şêxmûs Ehmed bang li Civaka Navneteweyî û NY kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ji Efrînê derkeve û şêniyên wê yên resen bi ewle vegerin.

Back to top button