Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn: Divê piştgiriya PKK’ê bê kirin

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibin.
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûr Cemîl Hewramî nerazîbûn nîşanî desthilatdariya başûr ya li dijî êrîşên dagirkeriyê da. Hewramî got, “Rewşa Kurdistanê ji her demê zêdetir di bin xeteriyê de ye. Divê piştgiriya PKK’ê ya ku li dijî dagirkeriyê şer dike bê kirin.”
Hunermend Wirya Qadir Hesen jî diyar kir ew rê nadin ku hêzên Kurd şerê hevbikin û gelê Kurd zirarê bibîne û got divê pirsgirêk bi danûstandinan bê çareser kirin.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re zêde dibin.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya bi dijmin re axivî.

Cemîl Hewramî balkişand ser xeteriya dagirkirina Kurdistanê û got:

“Rewşa Kurdistanê ji her demê zêdetir di metirsiyê de ye.

Êdî Destkeftiyên ku bi keda dehan sal û xwîna şehîdan bi dest ketine, di jêr metirsiyê de ne.

Li rexekî din dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û Kurdan tune bike.

Armanca dewleta Tirk ne tenê PKK ye, armanc wê dagirkerina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî diyar kir ew wek pêşmergeyên dêrîn dixwazin nava aliyên Kurd yekîtî pêk bê.

Hunermend Wirya Qadir Hesen: Divê aliyên Kurd pirsgirêkan bi danûstandinan çareser bikin

Endamê şandeya hunermendên Kurd Wirya Qadir Hesen ku di rojên borî de li dijî şerê Kurd bi Kurd çend çalakiyek li darxistin ji Rojnewsê re axivî.

Wirya Qadir Hesen diyar kir ew rê nadin hêzên Kurd ku şerê hevbikin ji ber ji bilî gelê Kurd zirarê nabîne.

Wirya Qadir bang li aliyên Kurd kir ku pirsgirêk û aloziyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Back to top button