Îro rûniştina yekem ya darizandina girtiyên Behdînanê ku ji hezîrana par ve girtîne pêk hat. Parezerê girtiyan ragihand ku ti belgeyek li ser sûcdariya dihat kirin, nîne.
Li Behdînan a Başûrê Kurdistanê 9 çalakvan di hezîrana par de hatibûn girtin, îro hatin dadgehkirin.
Parêzerê girtiyan Beşdar Hesen piştî ku rûniştina yekem ya dadgehkirina 4 girtiyên Behdînanê bi dawî bû, daxuyaniyek çapemeniyê da.
Beşdar Hesen got ku pêvajoya dadgehkirinê heya dawî di berjewendiya girtiyan de bû û ti belgeyek nebû ku wan bide cezakirin.
Hesen li ser axaftinên şahidan jî da zanîn ku şahid ne axivîn û gotin ku ew tiştek nizanin.
Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku niha pêvajoya dadgehkirinê hate paşxistin û dema roj were diyarkirin wê wan agadar bikin.
Duh jî malbatên girtiyan bi daxuyaniyekê bang li aliyên siyasî û xelkê Başûr kiribû ku li dadgehê amade bin û piştgiriyê bidin girtiyan.
Malbatan diyarkiribûn ku çalakvan ji ber daxwazkirina mafên giştî hatine girtin.