Ukrayna: Me 5 bajarokên din rizgar kirin

Piştî teqînên li paytexta Kievê, artêşa Ukraynayê li herêma Başûr, dest bi êrişan kir.
Li gorî îdîaîyên serokatiya Ukraynayê, vê sibê 4 bajarokên girêdayî herêma Xîrsonê ji bin kontrola hêzên Rûsyayê derxistine.
Li aliyê din Mosko ku îstîxbarata Ukraynayê ji teqîna li Pira Kirimê berpirsiyar nîşan da ragihand ku wan 8 bersûc girtine.

Teqîna li Pira Kirimê û li pey wê êrişên li dijî paytext Kievê, nîşan didin ku wê şerê li Ukraynayê dijwar be.

Ji xwe hem zêdekirina desteke leşkerî ya hêzên Rojavayî û hem jî pêşdeçûn artêşa Ukraynayê li hin herêma nîşaneya qurbûna şer in.

Serokatiya Ukraynayê ragihand ku hêzên wan vê sibê li Başûrê welat 5 bajarok ji hebûna hêzên Rûs paqij kirine.

Deverên behsa wan tê kirin girêdayî bajarê Xîrsonê ne.

Û ev bajarê beriya çend rojan weke beşek ji xaka Rûsyayê hatibû ragihandin.

Li gorî îdîayên serokatiya Ukraynayê ji ber êrişa wan, hêzên Rûs neçar man ji herêmê derkevin.

Pergala parstina azmanî ya Alman gihişt Ukraynayê

Di vê navberê de pişrî êrişên li dijî paytext Kievê, hêzên Rojavayî lez dan alîkariyên xwe ên leşkerî.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznîkov ragihand ku welatê wan bû xwedî pergala parastina hewayî.

Reznîkov diyar kir ku pergal ji aliyê dewleta Alman ve hatiye şandin.

Sekreterê NATO Yens Stoltenberg jî ragihand ku vê gavê rojeva wan a sereke şandina pergalên parastina ezmanî ji bo Ukraynayê ye.

Rûsya: Êrişa li dijî bajarê Bryansk hat têkbiribn

Ji aliyê xwe ve Moskoyê diyar kir ku artêşa Ukrayna hewl da êrişî bajarê Bryanskê bike.

Servîsa Îstîxbaratê ya Rûsyayê ragihand ku wan hewldana êrişê têkbirine û Kiev bi wê yekê tawanbar kir ku amadekariya êrişên mezin dike.

Mosko: 8 Bersûcên teqîna li Kirimê hatin girtin

Wekî din teqîna li ser Pira Kirimê ku Rûsya ew weke sedema şer binav kir hê jî di rojeva Mosko de ye.

Îstîxbarata Rûsyayê îdîa kir ku wan 8 bersûcên teqînê girtine.

Di nava wan de 5 welatiyên Rûs hene.

Back to top button