Biden: Putin nikare çeka nukleerî bikar bîne

Metirsiya gefa çekên nukleerî Waşîngton û Moskow jî anîne pêşberî hev.
Serokê Amerîka Biden got,
Ez ne bawerim Putin çekên taktîkî yên nukleerî bikar bîne.
Welatên G7 yên Putin weke sûcdarê şer pênasekirîn careke din soza xwe ya piştevaniya bi Kîevê re dubare kirin.

Şerê li Ukrayna, bikaranîna çekên nukleerî her di rojevê de dihêle.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji CNN’ê re derbarê serokê Rûsyayê Vladimir Putin de daxuyanî da.

Biden yê ku bersiva pirsên rojnamevan Jake Tapper de, li ser pirsa “hûn difikirin ku Serokê Rûsya Putin çekên nukleerî yên taktîkî bikar bîne” ev bersiv da.

Ez ne bawerim ku tiştekî wiha bike.

Di nava demên dawiyê de hêzên Rûsya li pêşberî Ukrayniyan rojên zehmet derbas dikin.

Ji ber vê yekê Putin li rêbazekê berovajîkirina rewşê digre.

Piştî şikestinên vê dawiyê yên hêzên Rûsî li hember artêşa Ukraynayê, ev demek bû ku helwesta Putin û çi dikare bike ku rewşa eniyê bi berjewendiya Moskowê vegerîne.

Biden hefteya borî jî di çalakiyek li New Yorkê anîbû ziman ku Putin di mijara nukleerî de henekan nake.

Vê yekê jî metirsiya karanîna çekên nukleerî zêde kiribû.

Biden, Putin bi kesekî “rasyonel” pênase kir

Serokê Amerîka di nava axaftinên xwe yên bû CNN’ê de, Putin weke kesekî “rasyonel” pênase kir.

Biden ji bo civîna G20 ya 20 mehê li Bali pêk were jî bo hevdîtina li gel Putin, erênî axivî.

Welatên G7 soza piştevaniya Ukrana dan

Hemwextî êrişên Rûsya li ser bajarên Ukrayna, lîderên G7 bi rêya videokonferans civiyan.

Welatên G7 ragihandin ku ji bo rêveberiya Kîev herêmên di nava sînorê xaka welat de ji hêzên Rûsya paqij bike, piştevaniya pêwist ew ê bikin.

Di daxuyaniya ku doh piştî hevdîtina li gel Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky pêk hatî de wiha hat gotin:

Ukrayna di şerê vegerandina xaka welat ji bin kontrola Rûsya de mafdare.

Welatên G7: Putin wê hesab bide

Welatên G7’ê diyar kirin ku “Êrîşên bêserûber ên Rûsyayê yên li dijî sivîlên bêguneh sûcê şer e” û gotin,

“Serok Putin û berpirsyar wê hesab bidin.”

Koma welatên G7 ji Amerîka, Almanya, Fransa, Japonya, Brîtanya, Îtalya û Kanadayê pêk tê.

Ev kom heta 2014’an weke G8 dihate naskirin.

Lê piştî Rûsya Kirim bi xaka welat ve kir, wê demê weke helwest Rûsya ji endamtiyê hatibû derxistin.

Back to top button