Li Tebqayê bi meşeke meşelayan êrişên dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê meşek bi meşelayan li dar xist û êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmawî li dijî gerîla şermezar kirin. 

Bi dehan şêniyên Tebqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl ji taxa yekemîn heta çerxerêya Meyselûn a li taxa duyemîn meşiyan.

Li çerxeryê ciwanan daxuyaniyek dan û gotin: Civata navneteweyî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna wê ya çekên kîmawî û qedexkirî paşguh dike.

Her wiha bang li gelên cîhanê hat kirin ku zextê li hikumetên xwe bikin da ku helwesteke cidî li dijî dewleta Tirk nîşan bidin.

Ji rêxistinê qedexkirina çekên kîmyawî daxwaz kir ku li hember vê sûcê bisekine û hesab ji Tirkiyê bipirse.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku divê dewleta Tirk û pergala xwe ya faşîst bê hesab nemîne û dê bi tundî bersiva wê bidin.”

Back to top button