Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bambebarana li ser heremên sivîl ên Başûrê Kurdistanê didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker dîsan herêma Bradost yên ku sivîl lê dimîne bombebaran kir.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk zozanên Sinîn, Bêgkim, Lolan û gundên Xelîfan û Gerwû Zirar yên ku sivîl lê dimînin bombebaran kirin.

Komîteya Parastina Nîştîmanî: Divê hêzên navneteweyî li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin

Komîteya Parastina Nîştimanî ku ji hejmarek rewşenbîr, rojnameger, mamostayên zanîngehê û aktîvîstên Başûrê Kurdistanê pêk tê, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk peyamek bi sê zimanan pêşkêşî qada navneteweyî kir.

Komîteyê di peyama xwede komkujîyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, yên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê bibîrxist û diyar kir ku divê civaka navneteweyî li gor qanûnê xwe tevbigere û dewleta Tirk rawestînin.

Komîteyê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser kurdan, helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin.

Back to top button