Omer Ocalan: Di tecrîdê de, rola NATO’yê jî heye

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi Tirkiye sînordar nîne û rola welatên NATO’yê jî vê dixwazin.
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu diyar kir ku tecrîd aştiya herêmê jî asteng dike.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan anî ziman ku tevî hewldanên Rêber Ocalan yên ji bo pêşxistina aştî û çareseriyê dewleta Tirk di polîtîkaya tinekirinê de bi israr e û weha got:

“Dewletê, bi tecrîdkirina Birêz Ocalan pirsgirêk kûrtir kiriye. Mafên qanûnî yên Ocalan hene, lê pêk nayên.”

Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan tenê bi polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê ve sînordar nîne û got: “Tenê dewleta tirk kurdan qir nake. Ev rewş ji hêla NATO û hêzên navdewletî ve jî hatiye pejirandin.”

Êşkenceya li Îmraliyê
Şenoglu: Tecrîda Îmralî, aştiya li herêmê jî asteng dike

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, jî destnişan kir ku Rêber Ocalan ji ber di Rojhilata Navîn de xwedî roleke mezin bû rastî komplo û tecrîdê hat.

Şenoglu, anî ziman ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe divê li Tirkiye têkoşîna demokrasiyê pêş bikeve û got:

“Rakirina tecrîdkirina li Îmraliyê, tê wateya çareseriya pirsgireka Kurd a Tirkiyeyê. Ger ku rê li pêş siyaseta demokratîk neyê vekirin, şerê li herêmê wê kûrtir bibe. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan, nêzîkatiya li hemberî aştiyê ye.”

Leave a Reply

Back to top button