Gerêdayî pevçûn û şerê di navbera çeteyan li Efrîna dagirkerî Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo bû mêvanê bernameya Îroj ya telvîziyona me. Ibrahîm Şêxo anî ziman ku cûdabûna van çeteyan ji hev navê wan e, Feyileq El-Şam û Ehrar El-Şam baskên El-Qa'dêne. Her wiha gundê Kefer Zêt, Tilifê, Bablîtê û Kokebê ku berê di bin destê çeteyên El-Hemzat bûn niha ketine bi destê çeteyên Cebiha El-Şamiyê. Ev şerê di navbera çeteyan de rêya xelkên gundê navbûrî girtine. https://youtu.be/Y6bga76n2p0