Li Qamişlo Şehîd Waêl bi merasîmekê hate oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Waêl Salih li goristana şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Waêl Salih 4’ê Nîsanê di encamê hedef kirina erebeya wan ji aliyê çeteyên Difai El -Wetenî ve li bajarê Qamişlo şehîd bû.

Ji ber qedexeya derketina derve û qedexeya kombûnê ku Rêveberiya Xweser ragihandbû ji bo li pêşiya vîrûsa Corona bigrin, merasîmek girseyî nehat çêkirin.

Ji bo oxirkirina şehîd Waêl tenê malbat û endamên saziya malbatên şehîdan li goristanê amade bûn.

Cenazeyê şehîd di nava siloganan te hat oxirkirin.

Back to top button