Li başûrê Kurdistanê û Iraqê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Dije Teror a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Silêmaniyê çeteyek DAIŞ’ê girtin.
Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:
“Piştî lêkolînan, hêzên wan karîne duh bi şev çeteyek DAIŞ’ê li Silêmaniyê bigrin.”
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyê hatî girtin, li gorî madeya 4 ya terorê ve dihate lêgerîn.
Di dewamê de hate gotin ku wê hewldanên Dije Terorê yên ji bo girtina çeteyan dewam bikin.