Li Serêkaniyê ya dagirkirî, li gel tevliheviya ewlehî ya li bajêr, di çend saetan de 2 kes hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî ji Serêkaniyê derbarê bûyerê de ev agahî parve kirin .
Kesê bi navê Ezam Enwer Çawîş ê Çeçen, duh li Serêkaniyê bi destê xizmekî xwe li gundê Sefeh ê Serêkaniyê hate kuştin.
Agahî hene ku çeteyan kujer girtiye.
Her wiha çavkaniyên din agahiyeke din belav kirin û gotin :
Komeke nenas duh kesekî Iraqî yê bi navê Îsmaîl Îsmaîl ku berpirsê malbatên Iraqî yên li Serêkaniyê ye, kuştiye.
Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiya 2019′an de Serêkaniyê dagir kir, ev sûc pêk tên.