Li Afrîkaya Başûr ji ber gazê 16 kes mirin

Li bajarê Boksburg ya Afrîkaya Başûr cenzayê 16 kesan hatin dîtin.
Tê fikirîn ku ev kes ji ber lêçûna gazê jiyana xwe ji dest dabin.

Li bajarê Boksburg ê li rojhilatê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr, şevê din, ji ber gazê metirsiyek zêde derket.

Jin û zarok jî di nav de 16 kes ji ber gaza nîtratê jehrî bûn û mirin.

Li taxa Angelo ya Boksburgê konteynireke gazê ya ku tê texmînkirin bûye sedema mirinan hat dîtin.

Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane di herêmeke 100 metreyî de hatine dîtin.

Ev gaz ji aliyê karkerên madenên neqanûnî ve ji bo derxistina zêr ji zeviyên ku ji kanên berdayî tên derxistin tê bikaranîn.

Ji ber vê yekê, rayedar difikirin ku dibe bûyer bi kana zêr ya neqanûnî ve girêdayî be.

Li heman herêmê 6 meh berê di encama teqîna tankera benzînê de 41 kes miribûn.

Back to top button