Şerê li Ukrayna: Di êrişa li ser Lviv de 4 kes mirin

Rûsya careke din bi çekêngiran êrişî Ukrayna kir.
Di êrişa bi moşekan li ser bajarê Lviv yê li rojavayê welat de, herî kêm 4 kes mirin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî got:Em ê bersiveke zelal bidin vê êrişê.

Di êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Lviv li rojavayê Ukraynayê de herî kêm 4 kes mirin.

Wezîrê Karê Hundir ê Ukraynayê Îhor Klîmenko li ser Telegramê got;

Moşek li avahiyeka li avahiyekê ketî, ziyan daye qata 3 û 4’an.

Klimenko da zanîn ku di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Şaredarê Lviv Andriy Sadovyi diyar kir ku di êrîşê de jûrgeheke Zanîngeha Netewî ya Polîteknîk û 50 apartman zirar dîtine.

Di posta xwe ya Telegramê de, Sadovyi îşaret bi wê yekê kir ku ji roja despêkê ya êrişên Rûsya û heta niha, ev êrîşa herî mezin a li ser binesaziya Lviv ê ye.

Zelensky: Em ê bersiveke berbiçav bidin

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku ew ê “bersivekî berbiçav” bidin êrîşê.

Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê ya weşandî de diyar kir ku di êrîşê da “mixabin kuştî û birîndar hene” û wiha got:

“Teqez em ê bersivekî berbiçav bidin.”

Lviv a li rojavayê Ukraynayê bi sedan kîlometre dûrî eniyên şer lê dijwar in.

Lêbelê, ji dema ku Rûsyayê di 24’ê Sibata 2022’an de dest bi êrişê kir, bajar bû armanca êrîşan.

Ji ber ku Ukraynayê bi piştgiriya welatên rojavayî sîstema xwe ya parastina esmanî bi hêz kir, hejmara mûşek û firokeyên bêmirov ên Rûsî ku dikarin parastina wê ya esmanî bi ser bixin kêm bû.

Lêbelê, Berdevkê Hêza Hewayî ya Ukraynayê Juriy Ignat hişyarî da ku pergalên parastina hewayî yên ku ji welêt re hatine şandin têrê giştî welat nakin.

Zelensky di hevpeyvînekê ku doh li CNN hat weşandin de, îşaret bi alîkariya çekan ya kêm ji bo welatê xwe kir û diyar kir ku Ukrayna destpêkirina êrişeke dijber dereng xistiye.

Serokomarê Ukrayna destnîşan kir ku ev rewş bûye sedem ku Rûsya li herêmên kontrolkirî parastina xwe xurt bike.

Zelenskiy got,

“Ji ber hin zehmetiyên li eniyê, di êrîşa kontra de bi lez pêşketin çênabe.

Her der bi mayînan tije ye.”

IAEA ji bo lêkolînek din li Zaporijiya serlêdanê dike

Navenda nukleerî ya Zaporijiya jî hîna yek ji nakokiyên sereke yên navbera herdû welatan e.

Ukrayna, Rûsya hevdu bi amadekariyên êrişeke li dijî santralê tewambar dike.

Di nava vê rewşa heyî de, Serokê Ajansa Enerjiya Navnetewî IAEA Rafeal Grossi li ser wê careke li santralê lêkolînê bike.

Santala Nukleerî ya Zaporijiya: Rûsya û Ukrayna hev tewambar dikin

Back to top button