Bertekên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejima Îranê li herêmê jî dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û kuştina Jîna hate şermezarkirin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî kuştina Jîna Emînî nerazîbûn û çalakî didomin gel û bi taybet jin li qadan in.
Meclisa Jinên Azad ya Şehbayê kuştina Jîna Emînî bi daxuyaniyekê şeremezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li dijî rejîma paşverû li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.
Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sûcên li dijî jinan têne kirin rawestînin.
Saziya Malbatên şehîdan a Amûdê kuştina Jîna Emînî şeremezar kir
Jinên Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê jî daxuayniyek dan û kuştina Jîna Emînî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên li dijî jinan têne kirin tu ol qebûl nakin.
Jinan diyar kir berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya jinê tê dayîn, bingeha çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê hemûyan e.
HPC JIN a bajarê Hesekê li dijî kuştina jîna daxuyanî da
Her wiha Hêzên Parastina Civakê HPC’ê û HPC JIN li bajarê Hesekê daxuyanî dan û kuştina Jîna şermezar kir.
HPC JIN diyar kir ew ê li dijî siyaseta zayendperest li dijî jinan tê meşandin rabin û li berxwe bidin.
HPC JIN da zanîn ku di bin navê ol û baweriyan de dixwazin vîna jinan bişkînin.
HPC’ê JIN bang li hemû jinên Cîhanê kir ku li dijî kiryarên hov ên bi vê rengî bisekinin.