Li ser axa xwe û bê sedem, tim sivîlên Sûriyê li ser sînor ji aliyê Tikriyê ve tên armancgirtin û kuştin. Heta niha 90 jê zarok, 497 sivl ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kuştin.
Sivîlê herî dawî yê bû qurbana van êrişên, ciwanekî ji Girkê Legê bû.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî di daxuyaniya xwe ya berî du rojan de piştrast kir ku ev ciwan ji aliyê leşkerên Tikr ve hatiye aarmancgirtin û kuştin.
Çavdêrî tekez dike ku ji destpêka şerê li Sûriyê û heta niha herî kêm 497 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kuştin.
Her wiha diyar dike ku ji wan, 90 zarok û 45 jin in.
Ev hemû jî li sînor hatine kuştin.
Li gorî bîlançoyên ku rojane ji herêmê derdikevin, bîlanço ji wiha bêhtir e.
Ji ber êriş û topbarankirina herêmê rojane hene.
Di encamê de sivîl dibin qurban û jiyana xwe ji dest didin.
Yên herî dawî jî, qurbanên êrişên li ser Zirgan û Til Temirê bûn.