Cejna vejînê li çiyayê Qendîlê bi şahiyekê hat pîrozkirin

Salvegera cejna vejînê li çiyayê Qendîlê jî bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Îro bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxêlê em mohra serkeftinê li 44. Salvegera PKK’ê didin’ li çiyayê Qendîlê şahiyek hate lidarxistin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo û alên PKK’ê hat xemilandin.

Di şahiyê de li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin û hunermandan stran gotin.

Back to top button