Li goristana Şerefedîn banga xwedî derketina li Şengalê hate kirin

Bi armanca pîrozkirina Cejna Cimaya Şerefedîn bi hezaran kesî serdana goristanê kirin, cejin pîroz kirin û merasîmên olî hatin lidarxistin.

Salane di meha Tebaxê de li Çiyayê Şengalê Cejna Cimaya Şerefedîn tê pîrozkirin ê 2 roj dewam dike.

Periya Qubê ku salane tê nûkirin îsal jî li ber dengê def û şebêba perî hate siwarkirin.

Welatiyan bang li ciwanên Êzidî kirin ku berê xwe bidin Şengalê, li axa xwe xwedî derkevin.

Welatiyên bi navê Hecî Behrî û Îskan Helêqî axivîn û gotin:

“Çiyayê Şengalê nasnama me ye û divê em li vê nasnameyê xwedî derkevîn.

Ya ku ji her tiştî zehmetir dûrketina ji axê ye.

Eger em ji axa xwe dûr bikevin, em bê nasname bimînîn.

Em ji her kesî re bidin diyarkirin ku emê ol û çanda xwe biparêzin.

Divê em bi xwedî derketina li vê axa pîroz, bersivê bidin dijminên xwe.

Pêwîste di vê rojê de em bi cil û bergên gelêrî beşdarî van rojên pîroz bibin.”

Back to top button