Pêkhateyên bajarê Qamişloyê diyar kirin ku, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de û girêdana wan bi projeya neteweya demokratîk ve zehmetî û êrişên li dijî herêmê têk birin.
Afram Hena yê Suryan anî ziman ku têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de dîrokî ne û wiha got:
′′Hevgirtin, xwişk û biratiya di navbera me de ji kevin de ye û bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re xurtir bû.
Em hemû di rêveberiyê û navenda girtina biryaran de cih digirin, me bi hev re hemû zehmetî derbas kirin.
Xwîna keç û xortên me di rêya parastina vê xakê de bû yek.”
Ebduselam Silêman ê ji pêkhateyê Kurd da zanîn ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe yek bimînin.
Îmad Elî Ehmed jî yê ji pêkhateyê Ereb jî ev yek anî ziman:
“Em tev hewl didin çandeke nîştîmanî ya demokratîk ava bikin.
Em nakokiyan deynin aliyekî û çareseriyekê ji krîza Sûriyê re peyda bikin, ji bo vê jî em bi hêzên xwe û rêveberiya xwe ya xweser bawer in.”