Li Rojhilatê Dêra Zorê 5 çete hatin girtin

Operasyonên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê li herêmê dewam dikin. Li rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.

Hat ragihandin hêzên QSD’ê di çarçoveya pêngava ewlehî ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê de li herêmê de, li rojhilatê Dêra Zorê 5 çete girtin.

Navendê diyar kir çek û belgeyên ser çeteyan jî hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di belgeyên hatine desteserkirin de jî isbat dibe ku destê çeteyan di gelek êrişên terorê yên dijî hêzên leşkerî û sivîlan de, heye.

Back to top button