Bedirxan Etê: Divê civaka navnetewî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê bisekine

Ava Firatê heta asteke mezin kêm bûye û bandorkeke neyînî li kehrebê, qada çandinî û sewalkariyê kiriye. Parêzer Bedirxan Etê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku zextê li gelê herêmê bike, şerê avê dide meşandin.
Bedirxan Etê da zanîn ku siyaseta Tirkiyê bandoreke neyînî li xweza, sewal, jîngeh û binsaziyê dike û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Dewleta Tirk ji 27’ê Kanûna 2020’an ve, rêjeya herikîna ava çemê Firatê ber Sûriyê ve kêm kiriye.

Di encamê de, ava Firatê heta asteke mezin kêm bûye û vê yekê bandorkeke neynî li kehrebê, qada çandinî û sewalkariyê kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi bandorên neyînî yên ji ber kêmkirina avê kir û hişyarî ji bo xeteriya vê yekê da.

Parêzer Bedirxan Etê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi avakirina bendavên mezin, hewiz û lîstina bi herikîna avê, hişt ku ava Firatê kêmî nêvî bibe.

Li gorî Etê, Tirkiyê ne tenê şêwir bi welatên çem tê de re derbas dibe, nekiriye, belê bendên peymanên ku bi hikumetên Şam û Iraqê re jî îmze kirine, binpê dike.

Bedirxan Etê diyar kir ku dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî, aloziya Sûrî û rageşiya navneteweyî ya li ser wê, sûdê digire, da ku siyasetên xwe yên qutkirina avê pêk bîne û erda Sûriyê jî dagir bike.

Parêzer Bedirxan Etê bang li dewletên herêmê û navneteweyî, Sûriyê û Iraqê kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, ji ber ku ev siyaset bandoreke neyînî li xweza, sewal, jîngeh û binsaziyê jî dike.

Back to top button