Li kampa Holê ku yek ji xetertirîn kampên cîhanî ye, rojane bûyerên kuştinê hene û dîsa 2 penaberên din ên Iraqî hatin kuştin.
Rêveberiyê kampê ragihand ku hêzên Asayîşê vê sibehê termê 2 penaberên Iraqî yên di beşa 5’mîn de kuştî dîtin.
Navên wan jî Eymen Raêd Reşîd Ehmed Salih û Abdullah Raxib Mirebet in.
Xeteriya DAIŞ û dûvikên wê roj bi roj zêdetir dibe, tevî vê jî heta niha, hikumeta Iraqê vegerandina welatiyên xwe yên li vê kampê nepejirandiye.