Cenazeyên şehîd Kurdistan, Koçerîn Lavîn û Lewend Yildirim bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê Çîçek Botan axivî û diyar kir ku wê gel biparêzin û ji bo azadiya wî canê xwe feda bikin.
Çîçek Botan soza dewamkirina rêya şehîdan da.
Her wiha ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl jî anî ziman ku destkeftiyên hatine bidestxistin berhema xwîna şehîdan e.
Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Yûsif Faris jî destnîşan kir ku fedakariyên şehîdan bingeha berxwedan û parastina mafan e.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.



