TEV-DEM: BILA GELÊ ME KANALA 24K BOYKOT BIKE

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê dezgehên çapemeniyê yên girêdayî PDK`ê bi taybet K24 ku xizmta dagirkeriya Tirkiyê dikin dikin şermezar kir û banga gela Kurd kir ku wê kanalê boykot bike.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

Dazgehên çapemeniyê yên ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dikin bi taybet K24 a ku li ser PDK`ê tê hesibandin, rolek neyînî û ji çapemeniya Tirk kirêtir dilîzin.

Ev kanal bi şev û roj bi fermana dagirkeriya Tirk û ji bo xizmeta siyasetên wî yên dijberî doza gelê me dixebite.

Êrîşî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCK’ê têkoşer Besê Hozat a ku jiyana xwe ji bo gelê xwe kiriye diyarî, kir.

Ev kanal êdî dûrî nirx û exlaqa pîşeya rojnamegeriyê dixebite.

Kanala K24 veguheriye amûrek di destê dagirkeriya Tirk.

Li ser wê em bang li gelê me dikin ku vê kanalê boykot bike.

 

 

Leave a Reply

Back to top button