Enstîtuya Ragihandinê ya Navnetewî-IPI der barê rewşa azadiya ragihandinê ya li Tirkiye de raporek amade kir û girtina 120 rojnamevanên li Tirkiye, weke lekeyeke reş bi nav kir.
Enstîtuyê xwest rojnamevanên girtî serbest werin berdan.
Tirkiye, paytexta binpêkirinan e..
Ev pênase, di rapora “Enstîtuya Ragihandinê ya Navnetewî-IPI” de cîh digire.
Rapor bi sernivîsa “Rojnamevanên li Tirkiye di Kursiya Dadgehê de ne: Bi Rya Drizandinê Bêdengkirina hêza Çarêmin” hate weşandin û rewşa azadiya çapameniyê ya li Tirkiye hate nirxandin.
Rapor di encama çavderî û danûstandinên 8 nûnerên rêxistinên çapameniyê yên navnetewî ku li Tirkiye kiribûn hatiye amadekirin.
Enstîtuyê di rapora xwe de bal kişand ser 120 rojnamevanên girtî û Tirkiye weke zindana herî mezin a rojmevanan bi nav kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku azadiya fikir û ramanê mafêkî bingehîn e û rojnamegerî nikare weke delîlekî terorîzmê were binavkirin.
Enstîtuyê di raporê de pergala darizandinê jî rexne kir û anî ziman ku gavên ku hikûmetê îdîa dike ku di mijara azadiya fikir de avêtine bê bingeh in û kêm in.
Enstîtuya Ragihandinê ya Navnetewî-IPI destnîşan kir ku Tirkiye li gorî pîvanên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ya der barê parastina mafê fikir û ramanê de tevnagere.
Enstîtuyê bang kir ku hemû rojnamevanên li girtîgehan serbest werin berdan û dewleta Tirk dawî li kirînên kêfî bîne û qanûnên der barê têkoşîna li dijî terorê û haqaretan de li ber çavan derbas bike û dawî li destwerdana siyasî ya darizandinê bîne.
Di rapor ji aliyê rêxistinên çapameniyê yên navnetewî yên weke Komîteya Parastina Rojnamegeran-CPJ, rêxistina Artîcle 19, Federasyona Rojnamegerên Ewrûpayê-EFJ, Rojnameyên Sînor Nenas-RSF û Yekîtiya Nivîskarên Navnetewî PEN ve jî hatiye morkirin.