Li gorî ajansa nûçeyan a JINNEWS, di meha Çileyê de Li Tirkiyê herî kêm 32 jin hatin kuştin û 31 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî bîlançoya ku JINNEWS ji nûçeyên di çapemeniyê hatin weşandin girt, li Tirkiyê 32 jin hatin kuştin û 31 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hate ragihandin ku 4 zarok jî hatin kuştin, 11 zarok bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan, li 11 zarokan jî destdirêjî hate kirin.
Jin herî zêde li Stenbol û Enqereyê hatin kuştin.
Li Tirkiyê her meh bi dehan jin têne kuştin.
Kujer jî bi giranî ji çanda bêcezahiştinê sûdê werdigirin.
Li gorî Rapora Daneyên Sala 2021’ê ya Platforma ‘Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin’, 280 jin hatin kuştin.