Hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji Kerkûkê vekişiyan

Hêzên leşkerî yên Amerîkayê îro ji Kerkûkê vekişiyan û baregeha xwe radestî artêşa Iraqê kir.

Li gorî çavkaniyek ji hêzên ewlekariya Kerkûkê, leşkerên Amerîkî kel û pelên xwe bi rêya balafiran veguhestin Hewlêrê û hemû cîhên xwe yên leşkerî valakirn.

Hêzên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wana îro baregha xwe ya K1 a li kerkûkê bi temamî valekirine.

Koalîsyonê ragihand ku di baregehê de bi buhayê 1 milyon dolar kel û pel hebûn û wan ew radestî hêzên Iraqê kirine.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin valekirina barehên li Iraqê ne ji ber vîrûsa Corona ye û ji ber pîlanên pêşwest pêk hatiye.

Baregeha K1 ya li Kerkûkê yek ji baregeha herî mezin ya Amrîka a li Iraqê bû.

Ev baregeh sala 2003’an hatibû avakirin.

Back to top button