Revandin û guhertina demografîk li Efrînê bi hemû rêbazan û bi awayekî bê navber dewam dike.
Şêniyên Kurd li Efrînê rojane di binpêkirinan re derbas dibin û hovîtiya dagirkeriyê li ser wan didome.
Guhertina demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dewam e.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku beriya du rojan nêzî 10 bas derbasî Efînê bûn.
Di wan basan de, malbatên çeteyan ên gundewarên Hema û Idlibê hebûn.
LI NAVÇEYA MABATA 5 KES JI ALIYÊ ÇETEYÊN SEMERQEND VE HATIN REVANDIN
Li aliyekî din, koma çete ya bi navê “Lîwa Semerqend” kes ji navçeya Mabata revandin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, navên kesên hatin revandin ev in:
– Elî Hemo
– Mihemed Elî Şêxo
– Xebat Hisên Bekir
– Serbest Ibrahîm
– Hisên Qirûkî
Her wiha çeteyan ev her pênc kes ber bi cihekî nediyar ve birin.