YPG`Ê ÇALAKIYÊN KU BI RIYA MEDYAYA CIVAKÎ TÊ PARVEKIRIN NE ÇALAKIYÊN ME NE

Li Efrînê hinek komên ku bi rê û rêbazên dermirovî çalakiyan li dar dixin hene.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê têkildarî van çalakiyan daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG’ê diyar kir ku ew xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û encamên wan di malperên xwe belav dikin.

YPG’ê destnîşan kir ku ji bilî van çalakiyan têkiliya wan, bi tu çalakiyên li ser medyaya civakî têne belav kirin, tune ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku li ser malpera YPG`ê hate weşandin wiha ye:

“Kiryarên dermirovahî yên ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, di demên dawî de zêde dibe.

Him ev kom him jî hinek komên ku bi navên cûda li nava Efrînê çalakiyan pêk tînin û van çalakiyan bi rêya medyaya civakî parve dikin hene.

Li gorî agahiyan hinek ji van koman bi îstîxbarata dewleta Tirk ve girêdayî ne, ji rê û rêbazên ku tên bikaranîn jî tê fêmkirin ku ev kom girêdayî dewleta Tirk in.

Ji ber vê em tekez dikin ku mafê gelê Efrînê û şervanên me yên YPG heye ku çalakiyên bi rêbazên rewa bikin hene.

Ev mafê me ji bo bi bidawî kirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Efrînê ye.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew xwedî li çalakiyên xwe derdikevin û wiha dewam kir;

“Em xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û van çalakiyan li ser malpera xwe ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi rayagiştî re parve dikin.

Ji bilî van, tu çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne.”

Leave a Reply

Back to top button