Asayîşê rê li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir girt

Hêzên parastina Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo ewlekariya herêmê di amadebaşiyê de ne.
Bi taybet hêzên Asayîşê li dijî polîtîkayên herêm veguherandina navendek madeyên narkotîkê oparasyonên xwe berfireh kiriye.
Asayîşê li Qamişlo tankerek sotemeniyê ku ji herêmên hikumeta Şamê madeyên narkotîk derbasî herêmê dikir girt.
Asayîşê diyar kir ku bi vê oparasyonê rê li ber metirsiyeke mezin girtine.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmê di amadebaşiyê de ye.

Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan kesek ku hewl dide miqdareke mezin a madeyên narkotîk derbasî bajarê Qamişloyê bike girt.

Asayîşê diyar kir ku 11’ê Kanûnê hêzên wan yên li dijî madeyên hişbir kesekî girt ku dixwest bi rêya kamyoneke sotemeniyê hejmareke mezin a madeyên narkotîk derbasî bajarê Qamişlo bike.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Têkoşîna li dijî Narkotîkê de ev kes hatiye girtin.

Hate gotin, despêkê hêzên wan ev kes şopandiye û li deriyê rojavayê bajar kemînek danîne.

Piştî gihîştina kamyona gumanbar, tîmeke pispor a li dijî madeyên narkotîk bi baldarî sehên polîsî bi kar anîn û di kamyonê de lêgerîn kirin.

Piştî lêgerîna hêzên Asayîşê kîseke giraniya 37 kîlo madeya narkotîk hatiye dîtin.

Asayîşê daxuyakirin ku di encama lêpirsînê de, ajokarê qamyonê li xwe mikur hatiye ku ev madeyên narkotîkê ji herêmên bin kontrola hikumeta Şamê de aniye.

Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiyê de, dazanîn ku wan belgeyên pêwist ji bo dadgehê şandine da ku di dawrê qanûnî de biryarên pêwist li ser werin girtin.

Back to top button