WHO: Nexweşxaneya Şîfa veguheriye ‘gola xwînê’

Li Şerîda Xezayê ji derveyî wêraniyê tiştek nemaye.
Şerê Îsraîl û Hemasê, Xeza ji hev xistiye.
Rêxsitina Tenduristiyê ya Cîhanî WHO ragihand ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 mane ku xistmetê bikin.
Birçîbûna mirovan metirsiyek zêde ya tenduristiyê çêdike.
Rêxistinê got: Nexweşxaneya Şîfa veguheriye ‘gola xwînê’.

Şerê Îsraîl û Hemasê ku ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîda Xezayê destpêkirî, dijwar dibe.

Heta niha bêtirî milyonek Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne ji xizmeta bicihbûn, xwarin, ava paqij, derman û tendirustiyê bêpar mane.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanim Ghebreyesus derbarê sîstema tendirûstiyê a li Xezayê de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyanî da.

Ghebreyesus diyar kir ku hewl didin li nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê, careke din xebatên xwe yên xizmetê bidin bi hezaran nexweşan lê belê ev rewş hê jî di asta zehmet û kaotîk de ye.

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku şandeyek ku ji pisporan pêktên ên Neteweyên Yekbûyî dibin rêveberitiya WHO’yê de ji bo dabikirina pêwistiyên tibê û ji bo nirxandina pêwîstiyên tendirûstiyê gihane nexweşxaneya Şifa.

Ghebreyesus bi bîr xist ku xizmeta emelyatê hê ne gengaze û got:

Nexweşxaneya Şîfa veguheriye gola xwînê.

Li giştî Xeza sîsetma tendirustiyê di rewşa xirab de ye.

Ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê dikare xizmetê bide.

Ji bo Xezayê yekane çareserî divê demildest agirbest were pêkanîn e.”

Berdevkê artêşa Îsraîl Avizhay Adraee der barê vekişandina leşkeran ji nexweşxaneya Kemal Adven ku li Beyt Lahiya bakurê Şerîda Xezayê ye daxuyaniyek nivîskî da.

Adraee diyar kir ku li nexweşxaneyê hejmarek zêde ya çek, belgeyên veşartî, cîhazên têkiliyê hene, hêzên Îsraîlê bi îdiaya ku di êrişa 7’ê Cotmehê de cih girtine 90 kesên li nexweşxaneyê destser kirine.

Li Şerîaya Rojava di êrişên hêzên Îsraîlê û niştecihên Yahûdî de ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara miriyan gihişt 291’î.

Ji despêka şer û heta niha li Şerîda Xezayê bêtirî 18 hezar û 800 filistînî hatine kuştin.

Îsraîlê bi şaştî 3 dîlên di destê Hemasê de kuşt

Back to top button