Ji Hîlala Zêrîn strana “Jin im Jiyan im”

Hîlal Zêrîn ya Herêma Efrînê kilîpek bi navnîşan “Jin im jiyan im” derxist ku girêdana jinan a bi xwezayê re rave dike.

Stran ji aliyên rêveberiya Koma Şehîd Hêva ya Hîlal Zêrîn, Zîlan Sîdo ve hatiye çêkirin.

Her wiha derhênera kilîpê jî Şêrîn Xelîl e.

Zîlan Hesen destnîşan kir ku stran girêdana jinan bi xwezayê re û berxwedana wan di jiyanê de rave dike.

Zîlan, stran diyarî tevahî jinên azadîxwaz kir û da zanîn ku stran dê li telefizyonê û li se malparan were weşandin.

Back to top button