Hêzên Dijî Madeyên Narkotîkê 3 bazirganên Narkotîkê li Tebqayê girtin

Hêzên Dijî Madeyên Narkotîkê yên girêdayî hêzên Asayîşê jî li Tebqa 3 kesên madeyên narkotîkê difirotin girtin û 15 hezar tovên heşîşê desteserkirin.

Hêzên Asayîşê têkoşîna xwe ya li dijî madeyên narkotîkê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Dijî Madeyên Narkotîkê yên girêdayî hêzên Asayîşê li Tebqa 3 kesên madayên narkotîkê di nava xwendekarên peymangehan de difirotin girtin.

Her wiha 3 bazirganên narkotîkê li Tebqayê girtin.

Derbarê vê yekê de Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û got:

“8’ê Kanûnê hêzên li dijî madeyên narkotîkê 3 kesên ku tovên heşîşê difirotin binçav kirin.

Her wiha 15 hezar tovên heşîşê ku giraniya wan 155,94 gram e, hatin desteserkirin.

Di lêpirsîna destpêkê de, ew li xwe mikur hatin ku hewl didan madeyên narkotîkê di nav xwendekaran de belav bikin.

Em bang li hemwelatiyan dike ku ji bo parastina ewleha gelê me, her çalakiyên firoşkarên madeyên narkotîkê ragihînin.”

QSD: Li kampa Holê serçeteyekî DAIŞ’ê hatin kuştin

Back to top button