PDK li ser daxwaza MÎT’ê nexşeya Kurdistan li ser Zanîngeha Zaxo rakir

PDK’ê ya ku her tim behsa kurd û Kurdistanê dike, li ser daxwaza MÎT’ê nexşeya Kurdistanê li ser dîwarê Zanîngeha Zaxoyê rakir.

Êdî gelek kiryaran ve ispat dibe ku MÎT’a Tirkî Başûrê Kurdistanê rêve dibe.

Bêdehemûliya dewleta tirk li ser navê Kurdistan û Nexşeya wî tê zanîn.

Fakulteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxo roja 20’ê Tebaxa îsal nexşeya Kurdistana mezin li ser dîwarê xwe danîbû.

Lê piştî Wezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf ku bi xwe Tirkmene û bi nêzîkatiya xwe ya li gel MÎT”ê tê naskirin di rojên borî de serdana Beşê Zimanê Tirkî ya li Zanîngeha Zaxoyê kir û vê nexşeyê dîtibû.

Çavkaniyê got, “Dewleta Tirk bi rêya Aydin Maruf zext li ser berpirsên hikûmeta Herêmê kiriye daku ev nexşe li ser dîwarê zanîngehê were rakirin.

Piştre jî ji serokê zanîngeha Zaxo re hatiye gotin ku divê ev nexşe were rakirin.”

Li ser daxwaza endamê MÎT’ê nexşeya Kurdistanê ya li ser dîwarê Zanîngeha Zaxo, hat rakirin, tenê nexşeya Başûrê Kurdistanê hat hiştin.

Di raya giştî a civaka Kurd de ev nêzikatiya PDK’ê rastî bertekên tund hatin.

Li ser medyayên dîjîtal gelê Kurd ev yek weke xiyanet û bê rumetiya li dijî gelê xwe re bi nav kirin û PDK şermezar kirin.

Yek ji wan bikarhenerên medyaya dîjîtalê ku di heman demê de youtuber e, têkildarî mijarê wiha dibêje.

Ez bang bang li xwendekarên zanîngehê dikim ku li hemberî vê kirinê bêdeng nemînin.

Em ji wan mezintir in. Divê em nehêlin planan wan pêk werin.”

Ev kesê bikarhenerê twîterê jî di parvekirina xwe de bi van gotinan berteka xwe tîne ziman:

“Ji bo ku konsolosxaneya Tirk a Hewlerê xwestiye mirov Nexşêya Kurdistanê biçûk bike, ev yek şermek mezin e.

Kesên ku erê kirine û destûr dane li hemberî nirx û pîroziyên gelê Kurd bêhurmetî kirine.

Bi hevî me di demek nêz de were sererastkirin.”

Wekî vê bi hezaran peyam û bertek ji aliyê gelê Kurd ve li dijî PDK’ê û malbata barzanî nîşandan.

Back to top button