Festîval a zarokan di roja xwe ya 2’an de bidawî bû

Festîvala 7’an a Zarokan ku bi slogana” Parastina çanda gelekî ji zarokatî ve destpêdike” destpêkiribû, doh bi pêşandana gelek berhemên hunerî ji aliyê 24 koman ve bi dawî bû.

Duh li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo, Festîvala 7’an a Zarokan dest pê kir.

Tê de 24 komên hunerî berhemên xwe mîna stran, govend û şano pêşandan.

Di roja yekemîn a festîvalê de bi sedan şênî û zarokên herêmê, li berhemên komên beşdar temaşe kirin.

Di roja duyem û dawîn a festîvalê de, komên Girbawî, Kulîlkên Rojava, Avaşîn, Zarokên Şehîdan, Zihûr El Selam, Kulîlkên Kurdistanê û Berava Çiya, komên zarokên Til Hemîs û Enzî berhemên xwe weke stran û govend pêşandan.

Her wiha komên Jînda, Hewlêr û Kevana Zêrîn şano pêşandan.

Piştî ku hemû koma berhemên xwe pêşandan, festîval di roja duyemîn de bi gerandina govendê bidawîbû.

Back to top button