FRANSA: EM Ê ZAROKÊN XWE YÊN SÊWÎ VEGERÎNIN WELAT

Fransa ragihand ku, ew ê zarokên sêwî yên Fransî ji Sûrî vegerînin welatê xwe.

Wezîra Parstinê ya Fransa Filorensî Parlî ragihand ku, diyar e wê Fransa zarokên çeteyên Fransî yên sêwî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerîne.

Li ser pirsa televezyona BFM û radyoya Montîcarlo wezîra Frasnî diyar kir ku, piştî ku 5 zarok di 15 Adarê de vegerandin, ihtîmaleke mezin yên din vegerînin.

Wezîra Fransî teqez kir ku, ji bo vegera wan ew hemû derfetên xwe bikar tînin, lê pêwîst e sêwîbûna wan were piştrastkirin.

Her wiha da zanîn ku, wezareta karê derve ji bo naskirina rewşên wan û vegerandina ji welat re şande rêkirine herêmê.

Ji xwe Rêveberiya Xweser jî ragihandibû ku peywendiyên wan ji bo zarok û jinên DAIŞ’ê bi welatan re hene.

Di heman wextê de, di dema vegera hin zarokan, serokê berê yê Fransa piştî hevdîtina wan, diyar kir ku, nabe zarok li welatekî din bimînin, ev pirensîb e.

Li Kampa Holê ya bakurê Sûrî, bi qasî 11 û 500 jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî hene.

Ev malbatên ku hîna fikria DAIŞ’ê di serê wan de ye, hewl didin ewlehiya kampê tê bibin û hewla revê jî didin.

Doh jî, Rêveberiyê ji Ronahî TV re ragihand ku, wan 7 zarokên Swêdî radestî hikûmeta wan kirin.

Leave a Reply

Back to top button