Virusa corona derbasî Îmaratê bû û li Çînê jî 132 kesan jiyana xwe ji dest daye

Ajansa Nûçeyan a Îmaratê ragihand ku, vîrûsa Korona ya kujer derbasî Îmaratê bû û kesek pê ketiye.

Her wiha Komîteya Tenudrisitiyê ya Çînê ragihand ku, heta niha 132 kesan ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest daye û bi qasî 5 hezar û 974 kesî jî pê ketine.

 

Komîteyê da zanîn ku herî dawî hezar û 459 kesên din, nû pê ketin, 26 kes ji herêma Hobby û yek jî ji Wuhanê ne .

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vê virusê Hikumeta Çînê gelek tedbîr girtine lê belê virus bi awayekî bilez belav dibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî diyar kir ku ev virus ji wan cureyan e ku bi nexweşiyên sivik dest pê dike piştre jî vediguhere nexweşiyên giran.

Back to top button