
Doh li Marsîlyayê Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 2’emîn pêk hat. Di festîvalê de ku daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin, berxwedana gerîla hate silavkirin.
Festîval li Parka “La Roze” pêk hat û ji bajarên Fransayê bi sedan kes tevlî bûn.
Li wir hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Marsîlyayê axivîn.
Û beşdar silav kir û ji ber festîvalê spasiya komîteya amadekar kir.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî di festîvalê de axivî û ev tişt anî ziman:
“Em gihîştin fînalê. Gerîla berxwedaneke bêhempa nîşan dide.
Divê em xwedî lê vê berxwedanê derkevin û rêber Apo azad bikin.”
Koma Aram, Hozan Menal, Hozan Rêber, Hozan Canê û Şivan Perwer berhemên xwe pêşkêş kirin.