Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, derbarê rewşa aborî ya li welêt de nirxandin kir û got, ‘Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin.

Duh li Minbicê du civînên cuda der barê geşedanên dawîn ên li herêmê, rewşa aborî û rola jinan di geşkirina aboriyê de li dar ketin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed, di civînan de amade bû.

Her wiha bi dehan şênî û endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li her du civînan bûn.

Di civînan de Îlham Ehmed têkildarî geşedanên siyasî û aborî yên li welêt axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku Sûriye di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye.

Aloziya heyî bandor li gel kir û rewşa şer li Sûriyê berdewam e bêyî ku çareseriyek hebe.

Îlham Ehmed anî ziman ku hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng kir.

Dîtina çareseriyekê ku hemû alî erê dikin, ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û tevlêbûna hemû gelên Sûriyê di avakirina biryarê de asteng kir.

Îlham bal kişand ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve û diyar kir ku gefên dewleta Tirk yên dagirkirina herêmên din jî hene.

Di civîna taybet a jinan de jî Îlham Ehmed girîngiya xurtkirina rola jinan di civakê de, rave kir ev tişt anî ziman.

Divê jin di projeyên aborî û pêkanîna wan de xwedî biryar bin.

Back to top button