Delegasyona Navneteweyî: Ji bo demokratîkbûnê divê Ocalan teqez azad bibe

Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê Abdullah Ocalan divê teqez azad bibe.
Her wiha diyar kirin ku tecrîd bandorê li girtiyan hemûyan û muxalefetê jî dike.

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamevanan pêk tê, di 24-29’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû.

Delegasyonê, rapora xwe ya têkildarî hevdîtinan bi civîna çapemeniyê ya bi online parve kir.

Binpêkirina Mafên Mirovan a Navneteweyî

Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan, binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye û ev agahî parvekirin:

“25’ê Adara 2023’an ve ti agahî ji Ocalan nayê girtin.

Hem li hundirê welêt û hem jî di asta navneteweyî de xwedî dîmeneke wisa ye ku rêyên hiqûqa navxweyî yên bibandor tune ne û xwe her tim dubare dike.

‘Divê weke pirsgirêkeke siyasî bê fêmkirin’

Tecrîd êdî bûye sepaneke siyasî ya li tevahiya civakê berbelavbûye.

Em careke din bang li berpirsyarên Tirkiyê dikin ku di zûtirin demê de li Girtîgeha Îmraliyê li gorî mercên hiqûqê tevbigerin.

Lewma divê ev rewş ne tenê weke rewşeke hiqûqî, lê divê di heman demê de weke pirsgirêkeke siyasî jî were fêmkirin.

Divê hemû hêz seferber bibin

Di raporê de hate ragihandin ku pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî û wiha hat gotin:

“Ji bo çareseriyê divê li gorî bandor û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bê nîqaşkirin.

Lewma hemû hêzên pêşverû yên li cîhanê girîng e bi înîsiyatîf rabin û seferber bibin.

Bang li CPT hate kirin ku rapora xwe eşkere bike

Delegasyonê bang li CPT’î yê kirin ku rapora xwe ya têkildarî serdana Girtîgeha Îmraliyê ya 20-29’ê Îlona 2022an eşkere bike û hate gotin:

“Em bi fikar in ku heta CPT rapora xwe eşkere neke wê polîtîkayên neyînî yên li Îmraliyê û girtîgehên din ên bi ewlekariya bilind bêkontrol û bêhevsengî dewam bikin.

Bang li CPT dikin ku li gorî xala 10’an a Peymanê, raporê biweşîne, bi taybetî jî daneyên li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê.

Bang li Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê jî dikin ku ji ber Tirkiye li gorî pêşniyarên berê yên CPT tevnegeriya, dest bi nîqaşkirina gavên ji niha û pê ve bike.”

‘Nabe ku tecrîd bê dawî dewam bike’

Di dawiya raporê de wiha hate gotin:

“Li gorî van pêşniyaran divê mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bê naskirin.

Nabe ku tecrîd bêyî mekanîzmayeke kontrolê bêdawî dewam bike.”

Back to top button