Şêniyên Hesekê bi merasîmek xiyabî 2 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

Li Hesekê 2 şehîd û li Tirbespiyê jî şehîdek bi merasîmên Xiyabî hatin bibîranîn.
Bi rasthatina salvegera 8’an ya êrişa çeteyên DAIŞ li dijî Til Temir, şêniyên navçeyê 90 şehîdên 23′yê Sibata 2015′an bi bîr anîn.

Gerîla Nûrî Dalo bi nasnav Dilşêr Efrîn di 11’ê Tîrmeha 2022’yan li çiyayê Kurdistanê û şervanê YPG Elî Omer binasnav Diyar Serêkaniyê di 2014’an li Serêkaniyê şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li goristana şehîdan bi merasîmek xiyabî şehîd Dilşêr û Diyar bi bîr anî.

Di merasîmê de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî:

Paşê,wesîqeyên her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatan hat kirin.

​​​​​​​Merasîma xiyabî ya şehîd Laleş Avesta li mala Êzidiyan a Tirbespiyê li dar ket

Li Tirbespiyê jî merasîma xiyabî ya gerîlaya YJA-STAR’ê Çaklîn Elî bi nasnav Laleş Avesta ku di 11’ê Tîrmaha 2022’an de şehîd bûbû hat lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji gerîlaya êzidî Laleş Avesta re li Mala Êzidiyan a li navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de, gelek kes axivîn û berxwedana hêzên gerîla silav kirin diyar kirin ku gerîla civaka êzidî ji qirkirinê parastin.

Apê şehîd Avesta Nezîr Gernas axivî û soza ku xeta şehîdan bişopînin da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

​​​​​​​Li Til Temirê 90 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn

Bi hatina salvegera 8’an a êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî Til Temir û gundewarên wê jî şêniyên navçeyê 90 şehîdên 23′yê Sibata 2015′an bi bîr anîn.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan heta gihaştina armancên wan dan.

Merasîm bi xwendina wesîqetên şehîdan hat bidawîkirin.

Back to top button